Sunday 5 June 2016

Nexweşiya Alzheimerê (Bi Vîdeo)

Nexweşiya Alzheimer sedema demansê(xurifîn) ya herî berbalav e. Di nav kesên 65 salî mezintir de, 6-10% kes bi nexweşiya Alzheimerê dikevin. Nexweşiyeke zêde berbalav e û kesên ku nexweş dikevin nikarin jiyana xwe ya rojanê, bi tena serê xwe bi asayî bidomînin. Ji ber ku li ser jiyana civakê ewqas bandorê dike, nexweşiyeke pir girîng e. Em ê di vê nivîsê de qala semptomên[nîşan] nexweşiya Alzheimerê, çawa tê teşhîskirin û tedawiya îro tê zanîn bikin.
Nexweşiya Alzheimer ji aliyê bijîşkê bi navê Alois Alzheimer vê wek nexweşiyeke mêjî hat pênasekirin. Di pêvajoya nexweşiyê de ji proteînan pêkhateyên bi navê plak û girêkan çêdibin. Ev pêkhate peywendiya navbera şaneyên mêjî de qut dike û di dawiyê de şane û tevîneka mêjî dimirin. Di mêjiyê nexweşên Alzhimerê de hinek madeyên kimyevî ku di navbera şaneyên mêjî de wek peyamner peywirê dibînin, kêm dibin. Ji ber ku ev madeyên kimyevî kêm dibin mêjî peywirê xwe bi hêsanî nayêne cih.
Bi Kî/Kê re Nexweşiya Alzheimerê Behtir Tê Ditîn?
Kesên ku ev taybetiyên wan heyî, îhtîmala ku bi nexweşiya Alzheimerê bikevin
behtir e.
  • Bi giştî bi mirovên 65 salî mezintir re çêdibe.
  • Bi jinan re behtir tê ditîn.
  • Kesên ku bi nasên wan re nexweşiya Azlheimer hebe.
  • Kesên ku kêm perwerde dîtibin.
  • Kesên ku Sendroma Down bin.
  • Kesên ku nexweşê hîpotiroîdî bin.
Semptomên Nexweşiya Alzheimerê
Alzheimer bi giştî bi kesên 65 salî mezintir re peyda dibe. Bi kesên 65 salî biçûktir re kêm caran tê ditîn. Piştî 65 salî her ku diçe îhtîmala ku mirov bi nexweşiya alzheimerê bikeve zêde dibe. Nexweşî bi hinek ji van semptoman dest pê dike, her ku diçe semptomên din jî derdikevin û nexweşî girantir dibe.
  • Kêmbûna hiş; Gelek caran semptoma ewil a Alzheimerê ye. Nexweş navê tiştan, navê kesên ku nas dike û bûyerên ku berê zanîbû, ji bîr dike. Di hînbûna tiştên nû de dijwariyê dikşîne.
  • Nexweş nikarê bi awayekî asayî bifikire û xwe îfade bike. Axaftina nexweş xera dibe, bi peyvên xelet diaxive.
  • Tiştên xwe yên pewist wek mifte, qelem, cuzdan hwd wenda dike.
  • Rêyên ku berê baş zanibû û gelek caran tê re çûye ji bîr dike, li derdorake ku baş zane winda dibe.
  • Karên xwe yên rojanê wek ajotina erebeyê, çêkirina xwarinê hwd nikare bike.

Tedawî
Her çiqas tedawî ya îro tê kirin feyde bide jî, ji çareserkirina nexweşiyê gelekî dur e. Bi tedawiya hinek dermanan û bi terapiyên psikiyatriyê pêşveçûna nexweşiyê hêdî bibe jî çareseriyeke resen nîn e.

Thursday 28 April 2016

Diyabet çi ye?

  Diyabet ji komekê nexweşiyan pêk tê û gelek sedemên wê hene. Mirovên ku nexweşiya diyabet bi wan re heye radeya glukozê ya xwîna wan bilind e, wekî din hîperglîsemî jî tê gotin. Di nav gel de ji bo diyabetê wek ‘’nexweşiya şekir’’ jî tê gotin.

 Diyabet nexweşiyeke metabolîzmayê ye. Metabolîzma ew e ku bedena mirov xurekên hatin gîvêrandin ji bo enerjiyê bi kar tîne. Pergala givêrîne karbonhîdrata heta bibin glukoz hûr dike. Glukoz forma karbonhîdrata yê ku dikarê tevlî xwînê bibe. Bi alîkariya hormona însulînê glukozên nav xwînê de der-basî nav şaneyên bedena mirov dibin û şane jî glukozê ji bo enerjiyê bi kar tînin. Însulîn ji aliyê pankreasê ve tê çêkirin. Pankreas li pişt mîdeyê cih digire. Dema piştî xwarinê radeya glukozê ya xwînê bilin dibe, pankreas jî însulînê diberde nav xwînê
.
 Diyabet dema ku bedena mirov nikarê têr însulînê çêbike an însulîn bi awayekî bikêrhatî bandor neke an ev her du sedem bi hev re pêk werin, tê holê. Di encamê de glukoz derbasî nav şaneyan nabe, radeya glukozê a xwînê bilind dibe. Wisa çiqas radeya glukozê ya xwînê zêde be jî, şaneyên bedana mirov bê enerjî dimînin.

 Bi derbasbûna wext re, radeya bilind a glukoza xwînê zirarê dide sînîran(nerves) û rehên xwînê (blood vessel) û dibe sedema komplîkasyonên wek krîza dil, felç, nexweşiya gurçika, koreyî, nexweşiya dirana û amputasyonan.Komên şaneyên Beta yên pankreasê ku însulînê çêdikin û berdidin nav xwînê.

Cûreyên Serekê yên Diyabetê

Sê cûreyên serekê yên diyabetê hene: Cûreya 1., cûreya 2 û diyabeta gestasyonel.

·         Cûreya 1em ya diyabetê, diyabeta zarokan jî tê gotin, bi giştî bi zarokan, ciwanan re tê dîtin. Di vê cûreya diyabetê de şaneyên beta yên pankreasê, însulînê êdî çê nakin çunkî şaneyên beta ji aliyê şaneyên pergala parastinê(immune system) ve tên êrîş kirin û xirakirin.

·         Cûreya 2em ya diyabetê, diyabeta mezinan ji tê gotin, cureya herî berbelav e. Ji sedî 90-95 nexweşê diyabetê ji vê cûreyê ne. Cureya 2em ya diyabetê di her temenî de tê dîtin, heye ku bi zarokan re jî çê bibe, lê gelek caran bi mirovên temen mezin re tê ditîn. Kesên bi obezîte, jiyane xwe bê egzersîz didomînin an di malbata wan de nexweşê diyabetê hebin behtir bi nexweşiya diyabetê dikevin.
Cûreya 2em ya diyabetê bi giştî bi resistansa însulînê dest pê dike. Dema masulk, kezebreş û şaneyên rûnê(fat cells), însulînê bi awayekî rasteqîn bi kar neînin an însulîn heye lê bi awayekî rast bandor neke, ji vê re resistansa însulînê tê gotin. Di enceman de ji bo glukoz bikeve nava şaneyan behtir însulîn lazim dibe. Ewil pankreas ji bo ku behtir hewcadarî heye behtir însulînê çêdike. Lê bi demê re pankreas peywira xwe ya çêkirina însulînê winda dike.Lewma dema piştî xwarinê hew dikarê însulîne bi qasî ku pewiste çêbike û radeya glukozê bilind dimîne.

·         Diyabeta Gestasyonel, ew cûreya diyabetê ye ku di dema avisbûnê de tê dîtin.
Di dema avisbûnê de ji bo radeya glukozê ya xwînê were kontrol kirin divê bêhtir însulîn bê çêkirin. Ku bedena mirov têra xwe însulînê çê neke diyabeta gestasyonel tê dîtin. Bi giştî dema zarok hat dinyayê ev cûreya diyabetê jî derbas dibe. Lê ji sedî 5-10 kesan re vediguheze cûreya 2em ya diyabetê.

Prediyabet çi ye?
Prediyabet ew e ku radeya glukozê ya xwînê ji radeya normal bilindtir e lê ne ewqas bilind e ku teşhîsa diyabet were danîn. Kesê ku prediyabet be îhtîmala bibe nexweşê diyabetê an nexweşê dil zêde ye. Gelek kesên prediyabet di nava deh salan de dibin nexweşê diyabetê.
 Mehmet Sıddık Dilek

Çawa diyabet û prediyabet tê teşhîskirin?

Ji ber ku nexweşiya diyabetê serê pêşî gelek caran bê semptom e, divê bi tahlilên xwînê bê teşhîskirin. Divê xwîn ji nexweş were girtin û bi îmkanên labaratuarê tahlîl bên encamdan. Cîhazên malê yên ku bi çend dilopên xwînê yê tiliyê glukozê dipîvin,  her dem bi awayakî rast glukozê napîvin. Lewre ev cîhaz ji teşhîsê behtir ji bo nexweşên diyabetê, şekirê xwe bipîvin û bişopînin tên bikaranîn. Ji bo teşhîsê divê bi îmkanên labaratuvarê li nexweşxanê radeya glukozê ya xwîne were pîvan.
Hê komplîkasyonên diyabetê (nexweşiyên gurcikê, krîza dil, felç, birînen lingan) çênebûyî bi tahlîlan nexweşiya diyabetê tê teşhîkirin û rê li ber komplikasyonan tê girtin.

Tahlîlên ji bo nexweşiya diyabetê tên bikaranîn:

·         Tahlîla A1C ê, (hemoglobin A1c, HbA1c jî tê gotin)
·         Tahlîla glukoza plazmayê ya birçîbûnê (fasting plasma glucose (FPG) test)
·         Tahlîla OGTT (Oral glucose tolerance test)
*Her tahlîl ji bo her nexweşiyê nayê bikaranîn.

Tahlîlêke din ya ku tê bikaranîn, tahlîla random plasma glucose (RPG) ye. Ji bo vê tahlîlê ne hewce ye nexweş bircî an xwurînî be. Ku di encamên vê tahlîlê de radeya glukozê ji 200î bilindtir derbikeve û semptomên diyabetê bi we re hebin, îhtîmalek mezin e hûn nexweşê diyabetê ne. 
Semptomên nexweşiya diyabetê:

·         Urînasyon zêde dibe (mirov zêde  mîz dike)
·         Mirov zêde tî dibin
·         Mirov beyî ku sedem hebe kîloyan didin

Semptomên din yên wek;  westayîbûn, pirsgirekên dîtine, zêde birçîbûn henê û  birînên nexweşê diyabetê dereng sax dibin.
Divê nexweşî tenê bi encamê tahlîleke newe teşhîskirin. Her tim divê bi tahlîleke duyem encam bên piştraskirin.

Tahlîla A1Cê [hemoglobin A1c, HbA1c]
Ev tahlîl ji bo cûreya 2em a diyabetê û prediyabetê tê girtin, ji bo cûreya 1em a diyabetê û diyabeta gestasyonel nayê peşniyazkirin. Tahlîla A1Cê radeya glukozê ya sê mehên dawin nişanî me dide. Li gor rojê an kêliyê encama wê naguhere.
Encama A1Cê ku ji  %5.7an kêmtir bê normal e, ku di navbera  %5.7-6.4an de bê prediyabet e, ku  %6.5an bilindtir bê diyabet e.

Tahlîla glukoza plazmayê ya birçîbûnê (Fasting Plasma Glucose Test)
Ev tahlîl ji bo diyabetê û prediyabetê tê girtin. Tahlîla ku ji bo diyabetê herî zêde tê bikaranîn ev e. Ji bo ku ev tahlîl encamake rast  bide divê nexweş berî tahlîlê 8 saetan birçî bimîne. Tahlîl serê sibê were girtin baştir e.
Di encama vê tahlîlê radeya glukozê di navbera 100 û 125 mg/dL de bê teşhîsa prediyabetê tê danîn. Eger radeya glokozê ji 125 mg/dL  an zêdetir derbikeve û bi tahlîleke duyem ev encam bên piştraskirin teşhîsa diyabetê tê danin.

Tahlîla OGTT (Oral Glucose Tolerance Test)
Tahlîla OGTT ji bo teşhîsa Diyabet, prediyabet û diyabeta gestasyonel tê bikaranîn. Encamên tahlîla OGTT ji tahlîlên din behtir rast e lê ji ber ku girtina wê bi zehmet e, kêmtir tê bikaranîn. Çunkî ji bo vê tahlîlê piştî 8 saet birçîbûnê xwîn tê girtin. Duv re nexweş 75 gram şekir bi avê re vedixwe û 2 saet şûn de dîsa xwîn tê girtin.
Ku encamê saeta duyem di navbera 140 û 200 mg/dL  de bê teşhîsa prediyabet, ku ji 200 mg/dL  behtir be teşhîsa diyabetê tê danîn.

Divê tahlîlê kê/kî bên girtin?

 Kesên ji van taybetiyên jêr, ji yekê behtir bi wan re heye divê tahlîlê xwe bigire.
·         Kesên ku jiyanekê bêegzersiz(bêhareket) didomînin.
·         Hecî bi dê, bav, xwişk an birayên wan re diyabet heyî.
·         Jinên ku zarokêke wan ya ji 4 kîloyan girantir çêbûbe
·         Kesên ku diyabeta gestasyonel bi wan re çêbûbe
·         Hecî tansiyonê bikind bi wan re hebe
·         Hecî tahlîlên wan yê kolestrolê nê baş bin
·         Kesên nexweşiyeka dil bi wan re hebe
·         Hemû jinên ducan(avis)
·         Zarokên obez

Tedawî
Bi tedawiyê radeya glukozê ya ku tê armanckirin
Berî Xwarinê (Xwurînî)
Di navbera 70 û 130 mg/dL
2 saet piştî xwarinê
Ji 180 mg/dL kêmtir

Çawa tu dikarî radeya glukozê ya xwînê kontrol bikî?

Bi van her sê nuqteyên girîng nexweşên diyabetê dikarin radeya glukozê kontrol bikin.
·         Xwarinên ku tên peşniyazkirin hilbijerin
·         Egzersîzê bikin

·         Dermanên ku bijîşkê wê dayî, bi kar bînin.



Saturday 7 November 2015

Tirkî Bo Kurdan jahr e.

  Girîngiya zimên li ser nasnameya neteweyî pirr tê gotin.  Lê ne tenê wek kiras ku nasnameya we nîşan bide û  biparêze,  wekî din li ser nêrîna we ya dinyayê û li ser dinyaya we ya derûniyê çi rola zimên heye? Kurdeke ku bi Kurdî nizane û bi Tirkî dinyayê bişopîne û binase çi xeter jê re heye?

   Kurdeke ku Kurdî nizane û ji xwe îngilîzî jî nizanibe taybetî di şert û mercên Tirkiyeyê de,  dê dinyayê bi Tirkî binase û bixwîne.  Ji bo ku bi Tirkî dixwîne dê dinyayê bi nêrîna Tirkan bibîne.  Dê bi dûrbîna Tirkan li dinyayê temaşe bike.  Ev jî ji bo nasnameya Kurdî xetereyeke mezin bi xwe re dertîne.  Çumkî, Tirk ku mijar Kurd be rastiyên  dîrokê, jiyanê,  çapemeniyê diguherînin û jixwe ji wan were her tiştî diguherînin û ji ti derewan xwe nadin alî. Ku hûn mijara Kurdan ji Tirkan bipirsin jixwe Kurd heta 20 sal berê tune bûn. Ji xwe li gor dîroka Tirkan ya fermî hûn derbarê Kurdan de tu tiştî nikarin bibînin. Ev nêrîna fermî ya dewletê di her qadên jiyanê derbasî hiş û tevgerên Tirkan bûye. Mînakeke biçûk: Min beriya çend salan pirtûka derbarê Morco Polo de xwendibû lê ez rastî Kurdan nehatibûm di pirtûkê de. Piştî çend salan di kovara Zend (hejmara yekem a sala 2011î) min xwend ku Morco Polo di pirtûka xwe de nivîsandiya ku wî li Mûsilê Kurd nas kirine û bi berfirehî qala Kurdan dike.

Hûn ji çapemeniya Tirkan bişopînin hûn rastiya Kurdan û Kurdistanê tu caran hîn nabin. Mînakeke din: Di demên Şerê Kobanîyê de Kurd li her deverên cîhanê li ser piyan bûn. Li Ewrûpa balafirgeh, stasyonên trenan, avahîya Yekîtiya Ewrûpayê hwd ji aliyê çalakvanên Kurd ve bûn qadên çalakiyan û berxwedanê. Lê di çapemeniya Tirk de ev bûyer wek nûçe cî negirtin. Ku hûn bi tenê bi Tirkî bijîn hûn ê rastî pergela Tirkan a hemberî Kurdan bên.

Di vê pergalê de dîroka Kurdan tune ye, zimanê Kurdan nîn e, heke hebe jî bi kêrî tiştekî nayê. Dîsa li gor vê pergalê wêjeya Kurdî tune ye, jixwe welatê Kurdan qet tune ye. Ji bilî van jî ku hûn bi Kurdî nizanibin hûn çiqas navên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Baba Tahirê Uryan, Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Arjen Arî, Rojen Barnas hwd.  bibihîsin jî hûn tu car nikarin wan bixwînin û evîna dilê wan nivîskar û ronakbîran hîn bibin, hûn nikarin Hawara Mîr Celadet bibihîsin. Bi kurtasî ku hûn bi Kurdî nezanin, hûn ê wek Tirkekî dîrokê bixwînin, wek Tirkekî çapemeniya dinyayê bişopînin, hûn ê bi wêjeya Tirkî şad bibin û di dawiyê de hûn nebin Tirk jî,  hişê we dê wek Tirkan bifikire û dilê we wek Tirkekî lê bide. Ya din jî hûn ê ji wêje, dîrok, çand û hunera Kurdî bêpar bimînin. Mixabin ji ber van sedeman dilê we çiqas Kurd be jî lê zimanê we û mejiyê we dibe ziman û mejiyê Tirkan. Hûn ê ji helbestvanên xwe bêhtir helbestvanên xêrnexwazên xwe nas bikin. Hûn ê ji dîroka xwe bêhtir dîroka wan bixwînin. Hûn ê ji zimanê xwe bêhtir bikarin bi zimanê wan biaxivin.  Ev jî tê wê wateyê ku hûn ê ji Kurditiyê bêpar bimînin.

Li vir pirseke wisa derdikeve pêşiya me: Êre, em bi Kurdî dikarin nasnameya xwe hîn bibin lê gelo em dikarin bi Kurdî çapemeniya dinyayê bişopînin,  wêjeya dinyayê bixwînin, em dikarin gelo bi Kurdî dîroka xwe û ya dinyayê hîn bibin an hînî zanistê bibin? Bi awayekî din bibêjim: Ew derfetên Kurdî hene ku em ji dinyayê bi Kurdî agahdar bibin û dinyayê bi her awayî bi Kurdî bixwînin û binasin. Mixabin ev derfetên zimanê  Kurdî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê tune ne, ji ber nêbûna perwerdehiya bi Kurdî. Ji bo em vê valahiya ku ji bê derfetiya Kurdî derdikeve pêşiya me dagirin, pêwist e em hînî Îngiliziyê bibin.

Dema em bi Îngilîzî bizanin em ê dinyayê bi Îngilizî binasin. Jixwe di vî zemanî de Îngilîzî ji bo her kesî pêwist e ji bo ku rewşa Kurdî,  ji Kurdan re hê pêwisttir e. Dema hûn bi Îngilîzî bizanin hingî hûn ê cudahiya çapemeniya Tirkî û çapemaniya cihanê bibînin. Di çapemeniya Tirkî de berxwedana Kurdan bi peyvên wek ‘’xaîn, terorist …’’ cî digire.

Mafên Kurdan ên xwezayî wek self-determînasyon, perwerdehiya bi zimanê Kurdî, mafên çandî pirr kêm dikevin ber çavan. Halbûkî di çapemeniya cîhanê de pirsgirêka Kurdan bi perspektîfa ‘’gelo dewleta Kurdan a serbixwe nêzîk e?’’ tê rojevê. Di raya giştî ya navneteweyî de berxwedana Kurdan di asteke pirr bilindtir cî digire. Kurd  sedsala welatê wan di navbera çar dewletan de hatiye dabeşkirin û zilm li wan hatiya kirin. Lewre dema mirov çapemeniya cîhanê bişopîne,  wê demê asta berxwedana Kurdan xuya dibe. Bi vê jî baweriya mirov a doza Kurdan pir bilindtir dibe. Mirov ji çapemeniya Tirkan a pûç û vala derbasî çapemeniya cîhanê bibe, hişmediya rastî derdikeve.

Di encamê de, divê Kurd bi zimanê Kurdî, xwe û nasnameya xwe binasin. Cîhanê jî bi îngilîzî binasin û bişopînin. Bi vî awayî em dikarin ji bandora Tirkî rizgar bibin û li hember asîmîlasyonê li ber xwe bidin. Ji bo hûn hiş û dilê xwe ji jahriya Tirkî biparêzin an xwe jê pak bikin, divê hûn hînî Kurdî û Îngilîziyê bibin. Ji bo ku hûn xwe û nasnameya xwe binasin, ji bilî  zimanê Kurdî çareserî tune. Ji bo hûn cîhanê binasin jî îngilîzî bivênevê ye.

Mehmet Sıddık Dilek